Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin

  • rojane
  • 23:37 21 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî 5 gundên Minbîcê kirin. 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran êrişî gundên girêdayî Minbicê kirin. Li gorî Nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di daxuyaniya ji Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbîcê de hate diyarkirin ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî gundên Um Celûd, Ereb Hesen, Ewn El Dadat, Kawaklî û El Dendaniye yên bakur û rojavayê Minbîcê kirine. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku heta niha 32 topên hewan û obusê bi gundan ketine.