Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan

  • rojane
  • 20:02 21 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku wênegirê kurd Mûrat Yazar ê ji 14’ê tîrmehê ve agahî jê nedihate wergirtin li Herêma Kurdistanê hatiye binçavkirin û hatiye berdan. 
 
Hate diyarkirin ku wênegirê kurd Mûrat Yazar ê ji 14’ê tîrmehê ve agahî jê nedihate wergirtin li Herêma Kurdistanê hatiye binçavkirin û hatiye berdan. Hate diyarkirin ku sedemê binçavkirina Yazar ew e ku “ketiye herêma qedexe”. 
 
Rojnamevan Îhsan Kaçar bi parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hewldanên xwe yên ji bo Yazar ê agahî jê nedihate wergirtin bi bîr xist û wiha got: “Di encama hewldanên me û rayagiştî de em hîn bûn ku Wênegir Mûrat Yazar li Herêma Kurdistanê di bin çavan de ye û malbat hate agahdarkirin. Ji bo hestiyariya we spas.” Kaçar di parvekirina xwe ya duyemîn de jî ragihand ku Yazar hatiye berdan.