Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin

  • rojane
  • 13:28 20 Tîrmeh 2024
  • |
img
SEMSÛR - Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “li dijî dewletê daxuyanî daye” hate binçavkirin. Ozperçîn ê nîvro ji mala xwe hate binçavkirin, piştî îfadeya midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. 
 
Tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya Ozperçîn bê wergirtin.