Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin

  • rojane
  • 10:15 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
ERZIROM - Dayikek û pitika xwe ya 8 mehî li ber ava Çemê Tortumê ketin. Cenazeyê dayikê hate dîtin. 
 
Duh bi şev li devera Şahîn Tepe ya di navbera navçeyên Tortûm û Azardê yên Erziromê de hezazek çêbû. Wesayîtek piştî hezazê kete Çemê Tortûmê. Sê welatiyên di wesayîtê de bi derfetên xwe derketin û xwe xelas kirin. Lê belê dayikek û pitika wê ya 8 mehî li ber ava çemî ketin. Di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de cenazeyê dayikê 10 km’an dûrî cihê bûyerê hate dîtin. Xebatên lêgerînê yên ji bo pitika winda jî didomin.