ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • rojane
  • 09:01 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
* Rojnamevan Şûxan Mîrza anî ziman ku Tirkiyeyê heta niha li Başûrê Kurdistanê 6 nokteyên kontrolê ava kirin e û armanc dike ku hejmara baregehên leşkerî derxîne 70 heban. Mîrza got amadekariya ji bo çêkirina baregehan berdewam dike. 
 
*Li gund û çiyayên herêma Botanê her ku diçe talankirina xwezayê zêdetir dibe. Li herêmê dînamîtên ku tên teqandin xwezayê dixe nava talûkeyê û avê tune dike. 
 
* Şaredariya Cizîrê ji bo pêşî li bûyerên xeniqandina di Çemê Dîcleyê de bigire tîmek avjeniyê wezîfedar kir û ev tîm her roj li derûdora çem nobedê digire.
 
* Ayşe Çîçek, xwişka berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek got: "Biçûk bû, lê kesekî dilmezin bû." 
 
* Di rapora rêxistinên civaka sivîl de ku pêşkêşî CAT'ê kirin, hat destnîşankirin ku penaber li navendên koçberiyê bi darê zorê formên "vegera bi dilxwazî" bi penaberan tên îmzekirin û got ku mafê telefonê jî bi şertê "belavkirina xwarinê" tê dayîn. 
 
* Parêzer Nagîhan Avçil, hevpîşeya endama OHD'ê parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ku hat berdan û li ser îtiraza dozger cardin hat girtin, banga têkoşîna hevpar li rêxistinên hiqûqê kir. 
 
* Rojnamevan Sîpan Goran diyar kir ku li Îranê bandora Serokkomar kêm e û got: “Zehmet e ku mirov li benda guherîneke mayinde be. Bi taybetî kurd û belûc neçûn ser sindoqan û hilbijartinê boykot kirin." 
 
* Yek ji şahidên rojiya mirinê ya mezin Ahmet Şeremet diyar kir ku hêj niha jî li girtîgehan heman sepan di meriyetê de ne û wiha got: “Em tenê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin bijîn û pêş bikevin.” 
 
* Jinên ku vegeriyayîn mezraya Gomê ya Farqînê ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û ji xwe re atolyeya tekstîlê ava kirin, anîn ziman ku azadiya aboriyê girîng e.
 
* Parastvanên mafên ajalan ji bo paşvekişandina pêşnûmeqanûna ku qetilkirina ajalan bi xwe re tîne dê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. (14.00)
 
* Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)
 
* Rêxistinên ciwanan dê bi dirûşma “Em di zincîra edaletê de tên gel hev” li Îskele ya Kadikoya Stenbolê daxuyaniyê bidin. (19.00)