Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin

  • rojane
  • 15:05 13 Tîrmeh 2024
  • |
AMED - Pêkhateyên Platforma Parastina Bajêr a Amedê serdana kafeyên Hewş û Kargayê kirin û gotin: “Em ê destûr nedin van êrişên ku zirarê didin çand û jiyana bajarê me.” 
 
Pêkhateyên Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê bi girseyî serdana kafeyên Hewş û Karga yên li navçeya Sûra Amedê bi êrişa çekdarî û bombeyên deng re rû bi rû mabûn, kirin. Beriya serdana kargehan li kuçeya kafeyan daxuyanî hat dayîn. Nûnerên saziyên ku pêkhateyên Platformê ne, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Edalet Kaya, rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê û hevşaredarên navçeyên Amedê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak li ser navê Platformê daxuyanî xwend. 
 
‘ÊRIŞÎ ŞÊWAZA LIXWEKIRINÊ HAT KIRIN’ 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Di 11’ê tîrmeha 2024’an de li navçeya me ya Sûrê du kargehên taybet rastî êrişa bi çek û bombeyên deng hatin. Hat zanîn ku di 7'ê tîrmeha 2024'an de komek kes hatine kargehan û bi hincetên wekî şêwaza cil û bergên mişteriyan gefa girtina kargehan li xwediyê kargehan xwarine û gotine heke negirin wê êrişên dijwar rû bidin.
 
Em tu carî êrişên fizîkî û devkî yên li dijî kargehên bazirganî yên taybet ku ji bo aştiya civakî xeternak e û zirarê dide çanda jiyana bi hev re ya li bajarê me, qebûl nakin û bi tundî şermezar nakin. 
 
Em careke din bi bîr tînin ku em ê li dijî êrişên ku zirarê dide çanda jiyana bi hev re ya li bajarê me yê ku welatiyên xwedî çand, bawerî û şêwazên jiyanê bi hev re dijîn, bêdeng nemînin.
 
EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’
 
Weke Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajarê Amedê; Em ji raya giştî re radigihînin ku em li bendê ne ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîneke bi bandor bê kirin, sûcdar bi lezgîn bên teşhîskirin û darizandin û bûyerên wiha yên ku ji bo ewlehiya giştî xeternak in, gelek caran rû didin. Ji bo careke din ev bûyer û bûyerên bi vî rengî neqewimin, tedbîrên ewlehiyê yên pêşîlêgirtinê bên girtin û em pêvajoyê dişopînin.” 
 
Piştî daxuyaniyê pêkhateyên Platformê serdana her du kafeyan kirin.