Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê

  • rojane
  • 20:16 12 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li şaxa komeleya aydê AGD’ê destdirêjî li 13 zarokan hatibû kirin. Der barê nûçeyên destdirêjiyê de biryara astengkirinê hat dayîn.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li şaxa Komeleya Ciwanan a Anadolu (AGS) kesê bi navê M.S.D destdirêjî 13 zarokan kiribû. Ji bo nûçeyên der barê destdirêjiyê de biryara astengkirinê hat dayîn.
 
Rupela înstagramê ya Ajansa Mezopotamya (MA) û malpera nûçeyan a Guneydogu Ekspres ku nûçeyên der barê mijarê de weşandibûn ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Mêrdînê ve hat astengkirin. Hinceta biryarê jî wek ‘parastina fêdeya zarok’ hat nîşandan.