Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan

  • rojane
  • 18:59 12 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Zulkuf Atayê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû, serbest hat berdan. 
 
Zulkuf Atay (60) ê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û ji ber dermankirinê infaza wî hatibû taloqkirin, duh hatubû binçavkirin. Atayê ku ji ber 6 meh infaza wî temam bûbû hat binçavkirin, piştî rapora wî ya tenduristiyê berpêşî dozger hat kirin infaza wî 6 mehê din jî hat taloqkirin û serbest hat berdan. 
 
Li Atay di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 sal û 3 meh ceza hatibû birin û ji ber ku cezayê wî teqez bûbû hatibû girtin û di serê salê de infaza wî 6 mehan hatibû taloqkirin.