Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike

  • rojane
  • 09:55 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Şaredariya Rezanê di çarçoveya amadekariyên “Plana Stratejîk” a 5 salan civîna gel hat lidarxistin. 
 
Hevserokên Şaredariya Navçeya Rezanê ya Amedê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk di çarçoveya amadekariyên “Plana Stratejîk” a 5 salan de li taxa 5 Nîsanê civîna gel hat lidarxistin û li daxwaz û pêşniyazên gel hat guhdarîkirin. Civîna gel an go hevdîtina gel li Parka Meydana 5 Nîsanê pêk hat. Hevşaredar Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, endamên meclisa şaredariyê û midûrên yekîneyan û personel beşdarî civînê bûn. 
 
DAXWAZ HATIN NIVÎSANDIN 
 
Ji hemû yekîneyên şaredariyê personelan mase danîn û daxwazên gel tomar kirin. Şêniyên taxê bi girseyî beşdarî civînê bûn û di civînê de ji bo zarokan şahiya boyaxkirina serûçav û şahiyên cuda hatin lidarxistin. Her wiha şagirtên konservatuara Bag Evî ya girêdayî Midûriyeta Jinan û Malbatan jî stran gotin û bernameya civînê dest pê kir. 
 
Hevşaredar Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk axivîn û destnîşan kirin ku ew ê hemû pirsgirêkên gel bi hev re çareser bikin û wê her tim li cem gelê xwe bin û li rewşa wan pirs bikin. 
 
XELKÊ TAXÊ DAXWAZÊN XWE ANÎN ZIMAN 
 
Piştî axaftina hevşaredaran, şêniyên taxê jî axivîn û kêmasiyên li taxê û navçeyê anîn ziman û pêşniyazên xwe kirin. 
 
Welatiyan behsa paqijiya navçeyê, sersazî û binesazî, çûnehat û lokantaya bajêr kirin û xwestin ev kêmasî werin çareserkirin. 
 
CIWANAN JÎ DAXWAZ Û PÊŞNIYAZÊN XWE KIRIN 
 
Her wiha ciwanên tev li civînê bûn jî daxwaz û pêşniyazên xwe yên di warê pirtûkxane û qadên sporê û qaadên civakî û perwerdehiyê anîn ziman. 
 
Xebatkarên şaredariyê daxwaz û pêşniyazên gel yek bi yek nivîsandin û tomar kirin. 
 
Hevşaredaran da zanîn ku ew soz didin gelê xwe wê her cure daxwaz û pêşniyarên wan bicih bînin û ew ê Plana Stratejîk a 5 salan bi gel re çêkin û berdewam bikin.