Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn

  • rojane
  • 08:33 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
AFYON - Li Afyonkarahîsarê li pey hev 2 erdhej çêbûn. 
 
Li Afyonkarahîsarê di saet 06.24’an de bi pileya 4,4 û saet 6.30’an de bi pileya 3,5 erdhej çêbûn. Li gorî agahiyên di malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) erdhej 6,99 kîlometre di biniya erdî de çêbûne. Ji bilî Afyonê bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan. 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku rewşeke neyînî nîne.