Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin

  • rojane
  • 08:05 10 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser fermana Serokkomarê AKP'yî Erdogan walî tayînî 5 bajaran hatin kirin. 

 
Tayînkirina hin waliyan ji aliyê Serokkomarê AKP'ê Tayyîm Erdogan ve di rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî vê biryarê Sermufetîşê Walî-Mulkiyeyê Mûrat Zorlûoglû tayînî Walîtiya Amedê hat kirin. Seddar Yavûz tayînî Walîtiya Meletiyê, Îlhamî Aktaş tayînî Walîtiya Kocaeliyê, Omer Toraman tayînî Walîtiya Çanakkaleyê û Nûman Hatîpoglû tayînî Walîtiya Xarpêtê hatin kirin. 
 
Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici jî tayînî Sermufetîşiya Walî-Mulikyeyê hat kirin. 
 
QEYÛMÊ BERÊ TAYÎNÎ AMEDÊ KIRIN 
 
Mûrat Zorlûoglû di sala 2017'an û di sala 2018'an de li Wanê hem walî bû û hem jî qeyûm bû. Piştre di hilbijartina xwecihî de bû namzetê AKP'ê yê Şaredariya Trabzonê û bi ser ket. Piştî 5 salan serokatiya şaredariyê kir vê carê tayînî sermufetîşiya walî-mulkiyeyê hat kirin. Niha jî li ser fermana Erdogan tayînî Walîtiya Amedê hat kirin.