Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn

  • rojane
  • 14:09 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di encama êrişeke hewayî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
 
Tîmek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM'ê di nav de bûn, ji bo wergirtina hevpeyvînê têkildarî salvegera 10'emîn a fermanê çûn Til Qesebê, lê di vegerê de li Şengalê bûn hedefa êrişeke hewayî.
 
Di encama êrişê de wesayita rojnamevanan teqiya û 2 rojnamevan û ajokarê wesayitê birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakiriye Nexweşxaneya Mûsilê.
 
Her du birîndarên din jî li Şengalê têne dermankirin.
 
Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.