Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin

  • rojane
  • 11:42 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Deriyê Sînor ê Xêbûrê heqê parkkirinê û kişandina barê TIR û kamyonan hat bihakirin. 
 
Li Parka TIR’an a Îdareya Taybet a Bajêr ku nêzî Deriyê Sînor ê Xêbûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê, heqê parkkirinê û kişandina barê TIR û kamyonan hat bihakirin. Parkkirina wesayîtan ji 280 lîreyî bû 460 lîre. Heqê kişandina qentarê jî ji 120 lîreyî bû 180 lîre. Pankartê heqê tarîfeya nû li parke hat daliqandin. Ev bihakirinên hatine kirin dê ji îro pê ve bikevin meriyetê.