HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir

  • rojane
  • 09:47 8 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê yên di 6 mehên destpêkê yên 2024´an de 339 caran êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. 

 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya sûc û binpêkirinên Tirkiyeyê ya nîvê sala 2024´an parve kir.
 
Berfirehiya daxuyaniya bîlançoyê wiha ye:
 
"Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcên xwe li dijî şênî û herêmn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin. Di encamê de gelek binpêkirinên dikeve xana sûcên şer ên giştî pêk anîn. Dagirkeriyê bi balafirên bêmirov, şer û çekên giran ji Dêrikê de heta bi bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê, Minbicê û gundewarên wê heta bi herêmên Şehba û Efrînê êriş pêk anîn. Her wiha dagirkeriyê derbeyên giran li dijî avahiyên binesazî pêk anîn, tîmên tibî, parastina sivîl û nûçegihan hedef girtin.
 
Destpêka salê dewleta Tirk a dagirker binesazî, cihên stratejîk ên sivîl û kargeh hedef girtin. Di dawiya nîvê îsal de, anku di mehên Gulan û Hezîranê (mewsima çinînê) de zeviyên genim û ceh ku jêdera qûta yekane ya şêniyan hatin hedefgirtin. Li kêlek wê jî qirêjiya ji ber şewata zeviyan zirar bi çandinî û zindiyên din kir. her wiha di encama hedefgirtina stasyonên petrolê li Qamişlo de ava çemên nêzîkî wan qirêj bûn, mîna çemê Cexcex. Gund û bajarokên li seranserî eniya şer rastî hedefgirtinên ketober hatine, bi wê re sivîl birîndar bûn, zirar bi mal û milkên wan bûn.
 
Bi destpêka havînê re şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşên qutbûna kehrebê dikişînin, bi taybet li Qamişlo. Qutkirina kehrebê zirareke mezin çêdike. Li Hesekê jî hîna mîna her havînekê gel ji ber qutbûna ava stasyona Elokê êş û ezaran dikişîne.
 
Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina Mala Gaziyan a Qamişlo sûcên şer pêk anîn. Di encama hedefgirtinê de 2 gaziyên li dijî DAIŞ´ê şer kirine; Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûbûn.
 
Bîlanço wiha ye:
 
Hejmara êrişan bi giştî: 339 êriş
 
Hejmara êrişên bi çekên giran: 249 êriş
 
Hejmara êrişên bi balafirên bêmirov: 86 êriş
 
Hejmara şehîdên sivîl: 5 şehîd di nav de zarokek û 2 jin.
 
Hejmara sivîlên birîndar: 52 sivîl, di nav de 14 zarok û 6 jin.
 
Hejmara leşkerên şehîd: 6 şehîd.
 
Avahiyên binesaziyê yên hatine hedefgirtin: 23 avahî.
 
Herêmên çandiniyê yên hatine hedefgirtin: 13 herêm.
 
Hûrgiliya hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker wina ye:
 
Avahiyên binesaziyê yên hatine hedefgirtin:
 
Hejmara wan hedefgirtina 33 ye û li dijî wan cihan pêk hatin:
 
6´ê Çileyê depoyên Um El Kêf ên li bajarokê Til Temirê hatin hedefgirtin.
 
13´ê Çileyê stasyona sotemeniyê ya li bajarokê Tirbespiyê hat hedefgirtin.
 
13´ê Çileyê de stasyona petrolê ya bajarokê rojavayê Tirbespiyê hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê depoya genim a li bajarokê Xabe yê Kobanê bi du derbeyan hat bombebarankirin, her wiha Tîmên Parastina Sivîl û Ragihandina Sivîl ên berê xwe dane cihê hate bombebarankirin.
 
14´ê Çileyê stasyona kehrebê li bajarokê Amûdê hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê şîrketa Nêrgiz a li bajarokê Şêxo ya Qamişlo hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê stasyona kehrebê ya li navenda bajarokê Kobanê bi du derbeyên balafira şer hat bombebarankirin. Her wiha Tîmên Parastina Sivîl û tîmên bijîşkî yên berê xwe dane cihê hedefgirtinê hatin hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê stasyona kehrebê li navenda Qamişlo hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê dibistana fêrkirina ajokariyê li rojavayê Qamişlo hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê kargeha çêkirina helawê û tihînê li rojavayê Qamişlo hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê avahiya kehrebê ya li Siwêdiyê hat hedefgirtin.
 
14´ê Çileyê kargeha gazê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat hedefgirtin.
 
15´ê Çileyê stasyona kehrebê li Dirbêsiyê hat hedefgirtin.
 
15´ê Çileyê stasyona kehrebê li navenda Qamişlo hat hedefgirtin.
 
15´ê Çileyê stasyona Ûdê ya petrolê û stasyona kehrebê li Tirbespiyê hatin hedefgirtin.
 
15´ê Çileyê stasyona kehrebê li Rimêlanê hat hedefgirtin, di encamê de welatiyê bi navê Gabrîn Ferho birîndar bû.
 
1´ê Sibatê stasyona petrolê ya Qamişlo hat hedefgirtin û bi wê re çemê Cexcex qirêj bû.
 
6´ê Sibatê kargeha teyran (mirîşkan) li gundê Nesro yê bajarokê Sirînê yê Kobanê hat hedefgirtin.
 
11´ê Sibatê avahiya Mala Gaziyan a Qamişlo hat hedefgirtin, di encamê de Azadî Dêrik û Sorxwîn Rojhilat şehîd bûn.
 
26´ê Sibatê kargeha mirîşkan a li gundê Teanê yê li herêma Şehba hate hedefgirtin, di encamê welatiyê bi navê Yûsiv El Hayik şehîd bû û zarokê bi navê Ebdurehman El Hayik birîndar bûn.
 
19´ê Nîsanê stasyona petrolê ya li bajarokê Tirbespiyê hat hedefgirtin.
 
20´ê Gulanê stasyona petrolê ya Seîde ya li Tirbespiyê hat hedefgirtin.
 
5´ê Hezîranê tora kehrebê ya hêza bilind li eniyên şer li gundewarên Girê Spî hat hedefgirtin."