Serokê nû yê TTB'ê diyar bû

  • rojane
  • 19:21 7 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
ENQERE - Dr. Alpay Azap bû serokê nû yê Konseya Navendî ya TTB'ê. 
 
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) di navbera 28-30'yê hezîranê de Kongreya Mezin a 76'emîn li dar xistibû. Endamên nû yên rêveberiya Konseya Navendî ku hatin bijartin, mazbatayên xwe wergirtin. Endamên Konseyê civîna xwe ya ewil li dar xist û wezîfeyan dabeş kirin. Li gorî dabeşkirina wezîfeyê Dr. Alpay Azap bû serokê nû yê TTB'ê. 
 
Wezîfeya endamên Konseya Navendî ya TTB’ê wiha ye:
 
* Serokatiya TTB'ê: Dr. Alpay Azap
* Serokatiya 2'yemîn a TTB'ê: Dr. Mualla Pinar Saîp
* Sekreteriya Giştî: Dr. Hîlmî Onder Okay
* Endamtiya Muhasîp: Dr. Alî Karakoç
* Endamtiya Weznedar: Dr. Nilufer Ustael