Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket

  • rojane
  • 18:55 7 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarana galafirên Tirkiyeyê de li devera Rêkanyan a bi ser navçeya Amediyê ve şewat derket. Şewat her ku diçe belav dibe. 
 
Li gorî nûçeya Roj Newsê; balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê devera Rêkanyan a bi ser Amediyê ve bombebaran kirin. Piştî bombebaranê li wê deverê şewat derket. Şewata ku bi çiya ketiye her ku diçe belav dibe.
 
Rojane ji ber bombebaran û topbaranên Tirkiyeyê, deverên bi ser başûrê Kurdistanê ve dişewitin û ziyaneke mezin digihe jîngeh û xelkê herêmê.