Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin

  • rojane
  • 13:20 7 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - TÎHEK’ê rapora binpêkirinê ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê parve kir. Di raporê de hat gotin ku li qawîşên kapasîteya wan ji bo 28 kesan 40 girtî tên ragirtin. 
 
Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê parve kir. Di raporê de hat gotin ku kapasîteya Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê hezar û 760 kes e lê 2 hezar û 188 kes tên ragirtin. Hat diyarkirin ku ji ber kapasîteya heyî tê derbaskirin, hinek girtî li erdê radizên û li qawîşên ji bo 28 kesan 40 girtî tên ragirtin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku li girtîgehê tenê makîneyeke cilşûştinê heye û destûr tê dayîn ku tenê zarokên neçarî sûc hatine kirin û girtiyên nexweş bi kar bînin. Di raporê de hat gotin ku ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehê tê kirin, di nava salekê de 16 caran li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) gilî hatine kirin û lê di çarçoveya lêpirsîna îdarî de biryara “hewcehî bi cezadayînê nîne” hatiye dayîn. 
 
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊ
 
Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê wiha hatin rêzkirin: 
 
“* Personelên peywirdar di mijarên mafên mirovan, têkiliyên bi şexsan re û qedexeya îşkence û miameleya xerab de nehatine perwerdekirin. 
 
* Li beşa razanê ya qawîşekê kêzik hatine dîtin û di asta tê xwestin de derman nayê reşandin. 
 
* Daşira li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê, ji hêla kamerayan ve tê dîtin û kişandin. 
 
* Li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê lembeya floresan a ku girtî bikare zirarê bide xwe heye. 
 
* Girtî neçar dimînin ku cilên xwe yên şûştî li korîdoran rayêxin û ev yek jî dike ku qawîşên pir zêde qelebalix hewayî negirin. 
 
* Ji bo girtiyên nexweş û astengdar qawîşeke cuda tune ye û li serşok û daşiran pêgirtek tune ye.” 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A AFYONKARAHÎSARÊ
 
Bi domdarî di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê jî heman pinpêkirin tên jiyîn. Hat diyarkirin ku kapasîteya girtîgehê hezar û 212 kes e lê hezar û 334 girtî tên ragirtin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku qawîşên ji bo girtiyên nexweş û astengdar hatine veqetandin guncav nînin, hem daşir hem jî serşok ne li gorî girtiyên nexweş û astengdaran e. 
 
Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê wiha hatin rêzkirin: 
 
"* Personelên peywirdar di mijarên mafên mirovan, têkiliyên bi şexsan re û qedexeya îşkence û miameleya xerab de nehatine perwerdekirin. 
 
* Li girtîgehê makîneya ziwakirinê ya ku girtiyên jin bi kar bînin tune ye. 
 
* Daşira li odeya xesara raçînkan û pêşîlêgirtina travmayê, ji hêla kamerayan ve tê dîtin û kişandin.
 
* Li odeyên lêgerînê pêşmalkên ku tenê yek carê bên bikaranîn tune ne û lêgerîn li gorî mewzûatê nayên kirin. 
 
* Girtî demekî dirêj li qawîşa demkî tên sekinandin.”