Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'

  • rojane
  • 09:02 7 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê, ji bo parselên li semta Seyrantepeyê ku plana wan a îmarê hatine guherandin û dewrî Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatine kirin, biryara "rawestandina rêvebirinê" da. 
 
Li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê parselên 38 û 48'an di 3'yê Adara 2023'yan de statuya wan ji ya "park û baxçeyê" hat derxistin û wekî "qada saziyên fermî û darçandinê" hat guherandin
 
Piştî ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê xwest plana îmarê ya parsêlan ji bo çêkirina avahiya midûriyeta polîsan bê guherandin, bertek hatin nîşandan. Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a Amedê (ŞPO), ji bo rawestandina rêveberinê ya li hemberî guherandina îmarê û "betalkirina plana îmarê" di 13'ê Adarê de serlêdan kir. 
 
Piştî serlêdanê Midûriyeta Giştî ya Polîsan jî nivîs ji Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê re şand û di nivîsa xwe de êrişên bombeyî yên li hemberî avahiyên midûriyeta polîsan bibîr xistin. Midûriyetê derpêş kir ku avahiya Midûriyeta TEM'ê ne li nava lokasyoneke guncav e û xwest avahiyeke nû bê çêkirin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku parsêlên navborî "guncav" in. 
 
Dadgfeha Îdare ya 2'yan a Amedê jî ŞPO'yê mafdar dît û di 14'ê Hezîranê de biryara "rawestandina rêvebirinê" da. Di biryarê de îşaret bi rapora pêzaniyê hat kirin û hat diyarkirin ku di plana îmarê 17 hezar û 810,54 metrekare qada vekirî û hêşîn hatiye kêmkirin. 
 
Di biryarê de hat diyarkirin ku ya tê xwestin ne ji bo mifha cemaweriyê ye.
 
MA / Mujdat Can