Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî

  • rojane
  • 16:23 6 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgûlê zaroka ji ber germa zêde kete avê xeniqî.
 
Li herêma Banê Bûtyan ê girêdayî bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê zaroka bi navê Yelîz Kalkan a 16 salî ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî. Kalkan bi mudaxileya hemwelatiyên derdorê ji çem hate derxistin. Lê tevî hemû mudaxileyan jî nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zaroka ku xeniqî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate diyarkirin ku piştî kar û barên otopsiyê dê cenazeyê Kalkanê li goristana bajarokî bê veşartin.