Huda Kaya hat tahliyekirin

  • rojane
  • 21:38 25 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE- Danişîna ewil a “Duyemîn Doza Kobanê” ku derheqê 5 parlamenterên HDP’ê de hatibû destpêkirin hat lidarxistin û Huda Kaya bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hat tahliyekirin.
 
Di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn protestokirin. Darizandina rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji ber van çalakiyan didome. Bi hinceta van çalakiyên protestoyî derheqê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan de doz hatibû vekirin. Yekemîn runiştina dozê li 22’emîn dadgeha ceza giran a Enereyê hat lidarxistin û siyasetmedara girtî Huda Kaya parastina xwe kir û bi parastinên parêzeran berdewam kir.
 
Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ku amadekirina îdianameya duyemîn doza Kobanê di alî hiqûqî de mirovan matmayî dihêle û got îdianameyeke kopî bike û pêve bike ye.
 
Ozdoganê da zanîn ku îfadeyên şahid Gul Tanriverdî yê der barê Kayayê de nayên qebûlkirin û got destê wan de tu agahî jî tunebû. Ozdoganê got bernehevkirina delîlan û gotina ‘têkilî bi 6-8’ê cotmehê heye’ tenê nêrîne û mirina 37 kesî krine alav û her tim ev hatiye bikaranîn.
 
Ozdoganê di berdewama parastinê de da zanîn ku gumana revê ya Kayayê tune ye û divê muwekîla wê bê beratkirin û ne girtî bê darizandin.
 
Piştre hat  xwest ku biryara girtina muvekîlên wê Garo Paylan, Fatma Kurtulan, Serpîl Kemalbay, Pero Dundar  bên rakirin.
 
Merciya îdiayê mutalaya xwe pêşkêş kir û daxwaza berdewamkirina girtina Kayayê kir. 
 
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir û bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt biryara tahliyeya Huda Kayayê da.