Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin

  • rojane
  • 16:09 25 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê keviyên berfê yên li ser rêyên zozanên bilind paqij kir. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê keviyên berfê yên li ser zevî û rêyên mezraya Tûzekê ya gundê Babanis a navçeya Payîzavayê ku bi bilindahiya 3 hezar metreyan e, paqij kir.  Bi paqijkirina berfê re hatin û çûna mezrayê dest pê kir. 
 
Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê germahiyeke zêde heye lê li deverên bilind ên Wanê welatî ji ber berfê nikarin biçin cih û warên xwe. Komên şaredariyê li herêma nêzî 135 km’an dûr xebateke berfireh dimeşîne. Şaredarî hewl dide rêyên welatiyan veke da ku bi rehetî biçin mezrayên xwe û çandiniyê bikin.