Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin

  • rojane
  • 12:26 25 Hezîran 2024
  • |
img
AGIRÎ - Danişîna doza rojnamevan Abdullah Kaya yê bi îdiaya “endamtî û alîkariya rêxistinê” tê darizandin, hat taloqkirin. 
 
Danişîna 30’yemîn a doza nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Abdullah Kaya ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Kaya yê negirtî tê darizandin di danişînê de amade bû û parêzerên wî mezaret dan nîşandan û beşdarî danişînê nebûn. 
 
Dozger xwest xisûsên kêm yên di dosyeyê de bên temamkirin. 
 
'ÇAPEMENIYA AZAD TÊ DARIZANDIN’ 
 
Kaya di danişînê de axivî û destnîşan kir ku ew rojnamevan e û tu sûcek nekiriye û got: “Di şexsê min de rojnamevanî û çapemeniya azad tê darizandin. Divê êdî li Tirkiyeyê rojnamevan neyên darizandin. Tu sûcekî min nîne û ez dixwazim bêm beraetkirin.” 
 
Şandeya dadgehê ji bo xisûsên kêm di dosyeyê de bên temamkirin danişînê taloqî 24’ê îlonê kir.