DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin

  • rojane
  • 12:04 25 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Waliyê Amedê û qeyûmê berê Alî Îhsan Sû ragihand ku ew ji ber teqawidiyê “helaliyê” dixwaze. DTSO’yê bersiv da walî û got: “Em heqê xwe li te helal nakin. Em we hewaleyî Xwedê dikin.” 
 
Waliyê Amedê Alî Îhsan Sû yê ku heta hilbijartina 31’ê Adarê qeyûmê Şaredariya Amedê bû, ragihand ku ew ê ji ber temenê xwe teqewid bibe. Walî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û ji xelkê Amedê “helaliyê” xwest. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) li ber “xatirxwestina” walî daxuyanî da û got: “Em heqê xwe li te helal nakin.” 
 
DTSO’yê bi sernavê “Em heqê xwe li te helal nakin birêz Walî” daxuyanî da û projeyên ku walî ji bo Amedê asteng kiriye û biryarên neyînî ji bo bajêr girtiye, yek bi yek rêz kir. DTSO’yê diyar kir ku ji ber walî gelek proje û hedefên wan asteng kiriye wî helal nake û got: Em heqê xwe li te helal nakin. Em we hewaleyî Xwedî dikin.”