Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû

  • rojane
  • 08:52 25 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû. 
 
Li navçeya Somayê ya Manîsayê erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku erdhej bi pileya 5.0’ê û AFAD’ê jî weke 4.8 ragihand. Li gel Manîsayê, her wiha erdhej li Îzmîr û bajarên derdorê jî hate hîskirin. Lêkolîna têkildarî ziyanên erdhejê didomin.