Seroka daîreyê ya qeyûm tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hat kirin

  • rojane
  • 16:25 24 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Selma Bîçek a AKP’î ku di serdema qeyûm de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikir, tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hate kirin. 
 
Selma Bîçek a AKP’î ku di serdema qeyûm de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikir, tayînî Midûriyeta Bajar a Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) ya Wanê hat kirin. Bîçek a di sala 2015’an de weke cîgira midûrê Midûriyeta Bajar a Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Wanê hatibû tayînkirin, di sala 2020’an de weke Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû tayînkirin. 
 
Bîçek, di Hilbijartinên Giştî yên 28’ê Gulana 2023’yan de ji AKP’ê bûbû namzeta parlamenteriyê. Herî dawî jî tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê ya Wanê hate kirin.