ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî wiha got: “Ji bo dernekevin derveyî welat, li çavkaniyan negerin û têkiliyên navneteweyî pên nexin, derheqê gelek hevşaredarên me de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî rojevên heyî li Meclisê daxuyanî da. Tîryakî, di serî de bal kişand ser şewatên li Amed, Mêrdîn û gelek deverên Kurdistanê derketin û got ku şaredariyên wan ji kêliya ewil ve mudaxile kirine. Tîryakî, da zanîn ku rayedarên dewletê bersiv nedane telefonên wan û mudaxileyî şewatan nekirine. Tîryakî, wiha domand: “Ji hewa ve tu mudaxele nehat kirin. Yên ku bi şev û roj SÎHA, balafir û helîkopteran operasyonan dikin û bi vê pesnê xwe didin, dema mijara behsa xeberê bûyî jiyana welatî û ajalan tiştek nekirin.”
TAYÎNKIRINA QEYÛM BI BÎR XIST
Bi domdarî Tîryakî qala tayînkirina qeyûm kir û ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêje li Tirkiyeyê gef li ser mafê bijartin û hilbijartinê heye. Bi rêya KHK’ên piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê xistin meriyetê, bi awayekî derqanûnî rê li ber dûrxistina hevşaredarên me ji peywirê vekirin. Îktîdara ku darbe weke lutfa Xwedê nirxand, di çarçoveya van KHK’an de, di sala 2016’an de nêzî 100 hevşaredarên me ji peywirê dûr xist. AKP’ê wê demê li dijî rexneyan digot; ‘rewşeke awarte heye û ev tevdîreke demkî ye.’ Lê belê tu hevşaredarên me li peywira xwe nehatin vegerandin.”
‘PARA KURDAN BÛ BERXWEDAN’
Tîryakî, bi bîr xist ku hevşaredarên li peywirê hatin vegerandin hatine girtin û wiha derbirî: “Dema mijara behsa xeberê bûy gelê kurd, ji rexê rojava tu nerazîbûn pêş neketin. Vê jî AKP bêhtir kelecan kir. AKP a ku îradeya bajarên bi milyonan kes lê dijîn xesp kirî, ji ber vê bêdengiya aliyê rojava, tayînkirina qeyûman kir awayê siyasetê. Piştî hilbijartinên 2019’an jî AKP’ê dîsa hevşaredarên me ji peywirê girt. Şaredarî xesp kir. Destûr nedan meclisên şaredariyan bicivin. Walî û qeymeqaman, bi rêya çendek memûrên di bin fermana wan de, bajarên kurdan weke waliyên mêtingeriyê birêve birin. Di serdemeke ku heta AKP’î jî dibêjin ‘êdî bes e’ de, di 2024’an de heman siyaset meşand. Hevşaredarê Colemêrgê ji peywirê girt û waliyê bajar weke qeyûm tayîn kir. Mafên bijartin û hilbijartinê yên gelê kurd cara sêyemîn hatin xespkirin. Her tim para kurdan bû berxwedan.”
DI BIN NAVÊ TESERÛFÊ DE NAHÊLIN XIZMET WERE KIRIN
Di berdewamê de Tîryakî da zanîn ku şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin di nava çirava deynan de ne û wiha got: “Ev deyn bi salan naqedin. Heke şîrket bûya niha ji zû de îflas bikira. Ji bo AKP’ê sînorê xerabiyê tune ye. Ji bo hevşaredarên di çirava deynan de nekarin biçin derveyî welat, nekarin çavkaniyan peyda bikin û nekarin pêwendiyên navneteweyî pêş bixin, ji niha ve derheqê gelek hevşaredarên me de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn. Ev ne biryara dadgehê ye. Wezareta karên hundir bi awayekî keyfî ev biryar da ye. Pir eşkere ye ku ev rejîma rewşa awarte ye. Rejîma OHAL’ê bi awayeke mayinde tê domandin. Em vê biryara wezaretê red dikin. We şaredariyên me xistin bin deynan û di bin navê teserûfê de nahêlin em bixebitin. Banka Îllerê tiştên di serdema qeyûman de nekirî niha dike. DEDAŞ a ku nedikariya fatûreyan li qeyûman bibire niha hewl dide li şaredariyên me bide dayîn. Gelo ma dê heta kengî gelê me ceza bikin? Bihêlin em ji bo şaredariyên xwe çavkaniyan biafirînin. Heke hûn nedin, bihêlin em deynên qeyûmên we yên diz bidin. Em dikarin vê bikin. Lê nebin astengî.”
BANG LI WEZÎR KIR
Tîryakî, bang li Wezareta Karên Hundir kir û got ku wezîrê berê Suleyman Soylu gelek xerabî kirine. Tîryakî, axaftina xwe wiha qedand: “Em di wê baweriyê de ne ku dê heman xerabî û nebaşî neyên kirin. An hûn dê van xerabiyan nekin û birêzdarî bên bibîranîn an jî dê weke rezîlan bên bibîranîn. Pêşî li tayînkirina qeyûman bigirin û hevşaredarê me yê Colemêrgê îadeyî peywira xwe bikin. Biryarên qedexeyên derketina derveyî welat rakin. Heke hûn nexwazin weke wezîrêke qeyûmperest û qedexeker bên bibîranîn, di van mijaran de gav biavêjin.”