Xebatên lêgerîna ciwanên di Gola Wanê de winda bûye didomin

  • rojane
  • 19:13 23 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Ahmet Hîlmî Hanalp ê dema dora Girava Çarpanak avjenî dikir ber bi avê ket, di roja 4’emîn de berdewam dikin. 
 
Ahmet Hîlmî Hanalp ê 22 salî dema di 20’ê hezîranê de li dora Girava Çarpanak a girêdayî navçeya Tûşba ya Wanê bi hevalên xwe re di Gola Wanê de avjenî dikir winda bû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Hanalp di roja 4’emîn de berdewam dikin. Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Binê Avê ku girêdayî Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ne ji roja ewil ve dixebitin. 
 
Bi 7 noqavên profesyonel û bota lêgerînê  ku girêdayî agirkujiyê ne ji bo Hanalp 4 roj in xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin.