Şewata li Bismilê derketibû hate kontrolkirin

  • rojane
  • 19:02 23 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Şewata ku piştî şewitandina pirêzeyan li herêma Seyrantepe ya navçeya Bismilê derketibû, hate kontrolkirin. 
 
Li herêma Seyrantepe ya Bismilê ya Amedê ji ber cotkaran pirêze şewitandin, şewat derket. Bi bandora bayê zêde şewat bi awayekî bilez belav bû. Bi mudaxileya tîmên şaredariyê û agirkujiyê şewat hate kontrolkirin û xebatên vemirandinê didomin.