Li gundên Xîzanê operasyona leşkerî hate destpêkirin

  • rojane
  • 12:51 23 Hezîran 2024
  • |
img
BEDLÎS - Li gundên navçeya Xîzanê bi tevlibûna leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin. 
 
Hat zanîn ku dewleta tirk li gundên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Desta Ovî, Deşta Kaviltîn û Hûzeran ên navçeya Xîzan a Bedlîsê jî di nav de, li gelek herêman operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi sedan leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne û li herêmê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye. Di heman demê helîkopter gelek caran guleyan ber didin qadên bidaristan. 
 
Çavkaniyên li herêmê dan zanîn ku gundê Hûzeranê hatiye dorpêçkirin û di ketin û derketina gund de GBT tê kirin. 
 
Operasyona li herêmê didome.