Operasyona leşkerî ya li Mawayê hate berfirehkirin

  • rojane
  • 12:42 23 Hezîran 2024
  • |
img
ÊLIH - Operasyona leşkerî ya li herêma Mawa ya Heskîfê hatiye destpêkirin, ber bi çoltarê navçeya Kercewsê hate berfirehkirin. 
 
Operasyona leşkerî ya di 18’ê hezîranê de li çoltarê gundê Xirbêkûr ê li herêma Çiyayê Mawayê ya navçeya Heskîf a Êlihê hatiye destpêkirin, didome. Hat zanîn ku operasyon ber bi çoltarê navçeya Kercewsê ve hate berfirehkirin. 
 
GUND HATE DORPÊÇKIRIN
 
Liv û tevgera hewayî didome û hat zanîn ku gelek deverên li herêma Toriyan a navçeya Kercewsê ji hêla walîtiyê ve hatin qedexekirin. Di heman demê de gundê Bilêxşê jî ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin. 
 
Destûr nayê dayîn ku gundî ji malên xwe derkevin û hat zanîn ku li çoltarê gund dengê çekan tê. 
 
Di heman demê de hat ragihandin ku şewata ji ber bombebarana balafiran li herêma Çiyayê Mawayê derketî hêj didome.