Odeya Endezyarên Ceyranê: Xozan tune ye, tevdîr nehatine girtin

  • rojane
  • 12:37 23 Hezîran 2024
  • |
img

AMED - Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê diyar kir ku li herêma şewatê xozan tune ye û li deverên xetên ceyranê derbas dibin jî tu tevdîr nehatine girtin. 

Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê encamên lêkolîna xwe ya têkildarî şewatên li navçeyên Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê eşkere kir. Di lêkolînê de tespîtên balkêş hatin kirin. 
 
Tespîtên di lêkolînê de wiha ne: 
 
“* Hat dîtin ku cihê şewat lê derketî cihê çandî bû û xozan lê tune bû. 
 
* Li gelek noqteyan di xetên ragihandinê de pêvek hatine tespîtkirin. 
 
* Hat tespîtkirin ku sîgortayên OG yên stûnan li şûna xwe nebûn, li cihê wan bi rêya gihîneran hatine baypasskirin û ji ber ku cihên girêdayî sist bûn, dibe ku rê li ber arizeyê vekiribe. 
 
* Di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hene û dibe ku vê rê li ber arizeyê vekiribe. Ev daneyeke teknîkî ye. 
 
* Di xetên OG’ê de li qadên çandiniyê stûnên dadran hatin dîtin. Ev stûnên daran guncav nînin. 
 
* Li deverên xetên ceyranê derbas dibin li dijî şewatên îxtîmalî tu tevdîr nehatine girtin. Li bin stûnan giha heye û beton tune ye, gihayê li binê stûnan nehatine dûrin. 
 
* Hat tespîtkirin ku dibe ku gihayê li bin xetên OG’ê rê li ber şewatê vekiribe. 
 
* Hat tespîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û ev yek ji hêla teknîkî ve guncav nîne.
 
* Şebeke nehatine kontrolkirin û tamîrkirin û xizmeta teknîkî nehatiye kirin. 
 
* Parafudr tune bû û rê li ber çêbûna arkê vedike. (Divê di ser û binên xetan de û di ketina trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn.)