Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar

  • rojane
  • 11:10 22 Hezîran 2024
  • |
img
RIHA - Li Hîlwanê di navbera du malbatan de şerê çekdarî qewimî û 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn. 
 
Li gundê Xirabsorka Zîna ya bi ser navçeya Hîlwanê ya Rihayê ve di navbera du malbatên ku tê gotin neyarên hev in, şerê çekdarî qewimî û di şer de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Bûyer di saetên şevê de qewimî û 7 kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlwanê û Nexweşxaneya Mehmet Akîfê ya Rihayê. Ji birîndaran 3 kes tevî hemû mudaxileyên tibê jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Tedawiya 4 kesên birîndar jî berdewam dike. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.