ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 22 Hezîran 2024
  • |
img

* Derket holê ku Mehmet Almaç ê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçin a Goztepeyê wekî berpirsê Navenda Xwînê, Klînîka Radyolojiyê, Laboratûvarê û Polîklînîka Patolojiyê hatiye wezîfedarkirin, dest avêtiye gelek jinan. Destdirêjî, bi qeydên dengan derket holê. 

 
* Rêveberê MED TÛHAD-FED'ê Sedat Esîn, bal kişand ser çalakiyên ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatine destpêkirin û got ku heya tecrîd ranebe wê bitêkoşin. 
 
* Cîgirê Serokê CHP'ê yê Stenbolê Alî Ekber Comert anî ziman ku wê bi têkoşîna hevpar pêşî li pirsgirêka tayinkirina qeyûm bê girtin û ji bo mîtîga ku wê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di 29'ê Hezîranê de li dar bixin bang kir. 
 
* Hevsrokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari dê serdana gundên Çinarê û Şemrexê ku şewat lê derketiye bikin û beşdarî şîna qurbaniyan bibin. (11.30) ZINDÎ
 
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsn û faîl bên darizandin wek her hefteyê dê di hefteya 1004'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên heftane li dar bixin. (13.30)
 
* Çalakiyên nobedê yên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ku hatine destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bikin. (18.00-22.00)