Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin

  • rojane
  • 08:44 22 Hezîran 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan a di şerê li Çiyayê Mawayê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Basa di dorpêça polîsan de hat veşartin. 

Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan 18'ê hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê. 
 
Rêveberên MEBYA-DER'ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Cenaze di bin dorpêça polîsan de li goristana gund hat veşartin.