4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • rojane
  • 20:15 21 Hezîran 2024
  • |
img

AMED/MÊRDÎN - 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Çinar û Şemrexê bi beşdarbûyîna bi sedan kesî hatin definkirin. 

 
Kesên di şewata duh de ku li gundên navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê çêbû jiyana xwe ji dest dan tên definkirin. Abdûrrahman Bûgdayci (16) û Ûbeydûllah Bûgdayci (30) ên li gundê Tobînî yê Çinarê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin. 
 
Bi sedan kes tevlî merasîma cenazeyan bû. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî tevlî merasîma definkirina cenaze bûn. 
 
LI ŞEMREXÊ 2 CENAZE HATIN DEFINKIRIN
 
Mazhar Demîr û Sînan Devîren ên li gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin definkirin. Hevşaredarên navçeyên Mêrdîn û Amedê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî merasîma cenazeyan bûn.