Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes

  • rojane
  • 16:09 21 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara qurbaniyên di şewata li Çinarê û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes. 78 kes jî birîndar bûne. 
 
Hejmara qurbaniyên di şewata li navçeya Çinara Amedê û li navçeya Şemrexa Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bû 11 kes. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 11 kes. Koca her wiha da zanîn ku hejmara birîndaran jî 78 kes in û tedawiya wan li nexweşxaneyan berdewam dike.