Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir

  • rojane
  • 15:50 21 Hezîran 2024
  • |
img

RIHA - Hasan Demîr ê duh bi şev di bobelata şewata li Çinar û Şemrexê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 

Di şewata duh bi şev li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku derket de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 44 kes jî birîndar bûbûn. Hasan Demîr ê ku di şewatê de bi xedarî birîndar bûbû ji bo dermankirinê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatibû kirin. 
 
Hat zanîn ku Hasan Demîr di asta 3’yemîn de birîndar bûye û li unîteya şewatê dihat dermankirin. Hat ragihandin ku Demîr ê dihat dermankirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ji bo otopsiye rakirin SaziyaTiba Edlî ya Rihayê. 
 
Li aliyê din dermankirina Nurî Demîr ê ku di heman şewatê de birîndar bûbû jî li heman nexweşxaneyê berdewam dike.