Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan

  • rojane
  • 15:18 21 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes li ser îtîraza parêzerên xwe hatin berdan. 
 
Ji ber xwepêşandana 1’ê Gulanê li Stenbolê 58 kes hatibûn girtin. Ji van kesan 6 kes li ser îtîraza parêzerên xwe hatin berdan. Welatî bi îdiayên, “Beşdariya civîn û xwepêşandana bêqanûn”, “Li dijî wezîfeyê rabûn” û “zirar dane malê cemaweriyê” hatibûn girtin. Ev her 6 kes di encama îtîraza parêzeran de hatin berdan.