Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin

  • rojane
  • 10:53 21 Hezîran 2024
  • |
AMED - Şewata duh bi şev di navbera navçeyên Çinarê û Şemrexê de rû da, hat vemirandin û li herêmê xebatên sarkirinê didomin. Bi hezaran donim erazî şewitî. 
 
Duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir. 
 
Mirov û sewal canê xwe ji dest dan û dar û ber û zevî şewitîn. Ewilî gundiyan û paşê tîmên agirkujiyê yên şaredariyên DEM Partiyê mudaxileyî şewatê kirin. Bi bayê re şewat zû li herêmê belav bû û herî kêm şewat li 10 hezar donim erazî belav bû. Piştî mudaxile û hewla bi saetan şewat hat vemirandin. Xebatên sarkirina li herêma şewatê berdewam dike. 
 
Kesên ji ber şewatê birîndar bûne li nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin. 
 
Sewalên ku di şewatê de mirin û birîndar bûne li eraziyên gundên Tobiniyê û Kelekê sekinandî ne. 
 
Hat zanîn ku bi deh hezaran ton genim û zeviyên garis yên gundiyan şewitî ne û xesar dîtine.