ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Hezîran 2024
  • |
img
* Malbatên girtiyan ên ku bi daxwaza azadiya Ocalan çalakiya "Deng bide azadiyê" dane destpêkirin diyar kirin ku tevî zext û îşkenceyê jî ew ê li qadan bin. 
 
* Li navçeya Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Berdevka TJA'yê Adalet Fîdanê diyar kir ku li gel kûrbûna polîtîkayên şerê taybet, li herêmê qetilkirina jinan jî zêde dibe û got: "Ev polîtîka çiqasî kûr dibe tundiya li jinan û kuştina jinan jî ewqasî zêde dibe." 
 
* Geşedanên têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê dê bên şopandin. 
 
* Malbatên girtiyan dê bi dirûşma "Deng bide azadiyê" li ber Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê û Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê dê daxuyanî bidin û li gelek bajarên din jî çalakî li dar bixin. (16.30)
 
* Çalakiyên nobedê yên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ku hatine destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bikin. (18.00-21.00)