Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir

  • rojane
  • 02:32 21 Hezîran 2024
  • |
img

AMED - Bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hat avakirin. 

 
Bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hat avakirin. Li herêma ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ye şewat hat kontrolkirin. Xebatên cemidandinê didomin. Niha li herêmê 5 wesayîtên tefandina agir û 15 xebatkar xebatên cemidandinê didomînin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10 wesayîtên tefandina agir şandin herêma ku şewat lê didome. 
 
Heya niha der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Şewat ber bi Mêrdînê ve diçe.