Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin

  • rojane
  • 15:57 20 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê de, 4 ciwanên ku xwestin derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin îşkence kirin û ew dersînor kirin.

4 ciwanên ji Hesekê, dema hewl didan li nêzî bajarê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Leşkeran piştî îşkenceyê her çar ciwan dersînor kirin.
 
Li gor nûçeya ANHA'yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 ciwan rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê. Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38) yên ji Hesekê, li nexweşxaneyê tên dermankirin.
 
Heta niha tu agahî ji her du ciwanên din nehatiye girtin.