Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar

  • rojane
  • 11:55 20 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 36 kes mirin û 6 hezar kes jî birîndar bûn. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal der barê qeza û mirinên di betlaneya cejnê de daxuyanî da. Wezîrê Karên Navxweyî ragihand ku di van 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 696 qezayên trafîkê rû dan. Di van 5 rojan de 36 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. 6 hezar û 550 kes jî birîndar bûn.”