Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 09:03 20 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê bi nexweşiya giran Yildirim Han ku ji bo dermankirinê ew şandin Enqereyê, jiyana xwe ji dest da.

Yildirim Han ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate girtin, di nava lîsteya girtiyên bi nexweş ên rewşa wan giran de cih digirt.
 
Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû beriya 2 hefteyan sewqî Enqereyê kirin.Han ku tedawiya wî li Enqereyê dewam dikir, nîvê şevê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Han wê saet di 11:30'an de ber bi Colemêrgê ve bê şandin.