ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Hezîran 2024
  • |
img
* Rojnameger Bêrîtan Zagros bi lêv kir ku dewleta tirk bi daxwaza PDK'ê dagirkeriya li herêmê bi bêdengî dide meşandin û got ku ji Şemzîzanê heta Avaşînê leşkerên tirk bi cih kirine. Her wiha Zagros diyar kir ku hêzên Iraqê jî li herêma şer hatine bicihkirin.
 
* Pirtûka “Diyarbakır Sur’da Derin Yoksulluğun Görünmeyen Yüzü: Kadınlar” ya Endama Meclisa Şaredariya Sûrê ya berê Bîrsen Guneş, gihaşt ber destê xwîneran. 
 
* Kesên li Qada Şîşhaneyê li dijî qeyûmê ku tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin nobedê digirin, diyar kirin ku ew ê nehêlin vîna gel vê xespkirin û bang li her kesî kirin ku li dijî pêkanînên antîdemokratîk dakevin kuçeyan û deng derxin. 
 
 
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê di çarçoveya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê dê têkildarî binpêkirina mafên penaberên li Tirkiyeyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)
 
* Hêza Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê mitîngekê li dar bixe û ji bo hûrguliyên mitîngê ragihîne li Otêla Taksîm Hill civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ
 
* Çalakiyên nobedê yên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ku hatine destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bikin. (18.00-21.00)