Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 22:55 19 Hezîran 2024
  • |
img

ÊLIH - Li Herêma Mawa ya Heskîfê di operasyona leşkerî de ku duh hatibû destpêkirin, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. 

Li bejahiya gundê Xirbêkûr ê Herêma Mawa ya Heskîf a Êlihê duh operasyona leşkerî dest pê kir. Piştî operasyonê derengê şevê pevçûn çêbûn. Li gor agahiyên bi dest ketin, di operasyonê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Pevçûna li herêmê didome û her wiha têketina gundê Xirbêkûrê hatiye qedexekirin.