Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin

  • rojane
  • 16:49 19 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Xelkê Wanê û parlamenterên DEM Partiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û pîrozbahiya cejnê li dar xistin. 
 
Welatî, parlamenter û rêveberên DEM Partiyê ku li avahiya DEM Partiya Wanê kom bûn, ji vir bi lêdana çepik û lîlandinê çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û serdana hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal kirin. Zeydan û Şedal mêvanên xwe li ber avahiya şaredariyê pêşwazî kirin û cejna hev pîroz kirin. 
 
Hevseroka DEM Partiya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal û parlamenter Pervîn Buldan di serdanê de axivîn.