Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin

  • rojane
  • 15:42 19 Hezîran 2024
  • |
img
AGIRÎ - Li quntara Çiyayê Araratê-Gilîdaxê bi beşdariya leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. 
 
Hat zanîn ku li quntara Çiyayê Araratê-Gilîdaxê û li herêmên din bi beşdariya gelek leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku li herêmê tevgerek zêde ya hewayî heye û çûn û hatina gelek zozanan jî hat qedexekirin. 
 
Hat ragihandin ku li herêmê operasyon berdewam dike.