Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin

  • rojane
  • 15:18 19 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadger Erhan Çavuşoglû yê ku mazbataya Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan bide betalkirin, hat terfîkirin. 
 
Serokê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Erhan Çavûşoglû ewilî mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan beriya hilbijartina xwecihî lê vegerandibû û piştî hilbijartinê mafên li Zeydan hatibûn vegerandin, da rakirin. Hat zanîn ku ev dadgerê ku xwest vê sosretî û rûreşiyê bîne serê Zeydan, hat terfîkirin. 
 
Erhan Çavûşoglû yê ku berê bi asaletî wek Dadgerê Amedê hatibû wezîfedarkirin niha jî bi Biryarnameya Darazê ya Desteya Dadger û Dozgeran ji bo asaleta Serokatiya Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat tayînkirin. Çavûşoglû vê wezîfeyê bi wekaletî bi rê ve dibir. 
 
Desteya Dadger û Dozgeran der barê Çavûşoglû yê ku hatiye terfîkirin de ji ber krîza mazbatayê ya li Wanê lêpirsîn dabû destpêkirin.