ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 19 Hezîran 2024
  • |
img

* Welatiyên tev li bernameya cejnê ya DEM Partiya Wanê bûne destnîşan kirin ku ew ji ber agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya boykotkirinê ya girtiyan cejnê bi xemgînî derbas dikin û gotin: “Divê em li dijî tecrîdê bêhtir deng derbixin.” 

 
*  Welatiyên ji Rihayê bi kêfa dilê xwe cejnê pîroz nekirin. Gotina mezinan a “Kanê ew cejnên berê” vê carê ji devê ciwanan nakeve. 
 
*  Endama Komeleya Her Der Zarokê Sedanûr Ûgûr destnîşan kir ku fêdeya zarok berçav nayê girtin, zarok rastî cihêkariyê tên û mafên wan berçav nayên girin. Ûgûr diyar kir ku ev sepan jî dibin sedema mirin û travmayan. 
 
* Çalakiyên nobedê yên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ku li ber şaredariyên DEM Partiyê hatine destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bikin. (18.00-21.00)